İbrahim Atmaca
13 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî ragihand ku di 2018an da 14,5 milyar lire piştgiriya çandiniyê hat dayîn.
Pakdemirlî bersiva pirsa nivîskî ya perê piştgiriya çandiniyê ya Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu da.
Pakdemirlî diyar kir ku pereyê piştgiriya çandiniyê di çarçoveya îcmalên ku Wezareta Çandinî û Daristanê ji midûriyên bajaran hildan da li gor teqwîma çandinî û derfetên budçeyê seranserê salê hat dayîn û li gor vê çarçoveyê di 2018an da 14,5 milyar lire piştgiriya çandiniyê hat dayîn.