Önder Beyter
11 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Amadekariyên Festîvala Danûsitandinê ya Wanê (Van Shopping Fest) ku ev cara pêncemîn e tê lidarxistin, dest pê kirin. Herwiha turîstên Îranî yên ku li welatê xwe keysê li 13 roj betlaneya newrozê tînin, berê xwe didin bajarê Wanê û eleqeyeke germ nîşanî festîvalê didin.
Di çarçoveya festîvala ku dê bi peşengtiya Walîtiya Wanê 15-29ê adarê were lidarxistin da çendîn çalakî dê bên lidarxistin, kampanyayên daxistinê û bernameyên şahiyê herwiha dê bên çêkirin da ku turîstên Îranî yên ku di betlaneyê da tên Wanê, zû venegerin, lê mayîna xwe ji bo demeke din jî dirêj bikin.
Ji bo ku ji welatê cîran, turîst bên festîvalê, bi hezaran pirtûkçeyên Farisî, afîş û belavokên agahdarkirinê yên îngilizî-Farisî hatin çapkirin û li Îraniyan hatin belavkirin. Herwisa di fuara ku li Tehranê hat lidarxistin da jî danasîna festîvalê hat kirin.
Ji bo ku turîstên Îranî bi asanî danûsitandina xwe bikin û pirsgirêkên hevduserxwexwetkirinê neyê serê wan, bi destê Yekîtiya Jûrên Esnaf û Senaetkaran a Wanê (ESOB) qursa Farisî û Îngilizî hat vekirin.
Li bajêr herwisa bi hevkariya şaredariya bajarê mezin û Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) Ofîsa Şêwrê ya Turîzmê hat vekirin ku ev ofîs dê daxwaz û giliyên turîstan arasteyî navnîşanên wan bike.
Konsolosê Komara Îslamî Îranê li Erziromê Sojad Soltanzadeh ku ji bo çendîn ziyaretan hat Wanê, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew dixwazin peywendiyên herdu welatan ên di warê çandî, aborî û bazirganiyê da xurtir û qewîntir bikin.
Soltanzadeh diyar kir ku eleqe û xweşbîniya ku li bajarê Wanê berpirsan nîşanî wî dan, ji bo wî bû motîvasyon û enerjiyeke mezin û wiha dewam kir:
"Ev qedera 500 salî ye sînorê Tirkiye Îranê, sînorê dostî û biratiyê ye. Vê yekê jî kiriye ku peywendiyên aborî û çandî xurtir bibin. Komara Îslamî Îran û Tirkiye, hevalên hev ên roja teng in. Li hemberî astengkirinên neheq ên Amerîkayê, Tirkiyeyê xwe da kêleka Îranê, di heman awayî me jî di rojên teng da xwe da kêleka Tirkiyeyê. 15ê Tîrmehê hewildana derbeyê jî nimûneyek ji van e."
Soltanzadeh got ku ew gelekî kêfxweş e ku xelkê Îranê di betlaneya xwe da tê Tirkiyeyê û wiha got, "Bi heman awayî divê Tirk jî werin Îranê û şaristaniya 7 hezar salî nas bikin û bedewiyên wê yên xwezayî û dîrokî bibînin."
- Ji bo efnas û welatiyan qursa Farisî
Li bajarê Wanê ku hersal bi hezaran welatiyên Îranê diezimîne, qursên ziman ên Farisî û Îngilizî hatin vekirin da ku enas û welatî bi asanî bi turîstan ra danûsitandinê û pirsgirêkên hevduserxwexwetkirinê neyê serê wan.
Serokê ESOBê Îsa Berge diyar kir ku ew piştgiriya festîvala ku îsal dê ji bo cara pêncemîn were lidarxistin dikin.
Berge bal kişand ku festîval di warê aboriyê da geşepêdaneke zêde dide bajêr û wiha dewam kir:
"Wekî ESOB me bi minasebeta newroza ku nêzîk dibe, qursa Farisî û Îngilizî vekir. Ev proje dê bi kêr were ku esnaf û turîstên Îranê dê hevdu serxwet bikin. Modernîzasyona Deriyê Sînor Kapikoyê hat kirin. Niha rojane nîvendî 2 hezar û 500 kes derî diemilîne. Ev reqameke girîng e. Di festîvalê da ya ku dikeve ser milê me ew e ku divê em karên mêvanên xwe asan bikin. Em ê di vê mijarê da hesas bin."