Hat ragihandin ku ji bo Serokatiya Lijneya Rêvebiriya Rêyên Hewayê ya Tirkan (THY) Îlker Ayci hat wezîfedarkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên THYê wergirt, piştî ku Hamdî Topçu dev ji wezîfeyê berda, ji bo Serokatiya Lijneya Rêvebiriya THYê Îlker Ayci hat wezîfedarkirin.
Temel Kotîl jî bû Serokwekîlê Lijneya Rêvebiriya THYê.
Li gor agahiyan civîna Lijneya Rêvebiriyê dewam dike û tê gotin ku wê Temel Kotîl wek Midûrê Giştî wezîfeya xwe dewam bike.