Teyareya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) ya ku ji Stenbolê diçû Katmanduyê dema ku peyayî pîstê bû ji pîstê derket, rêwiyek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, teyareya THYyê ya bi hejmara TK 726 ya ku ji Stenbolê diçû Katmanduya paytextê Nepalê dakete balafirgehê lê belê ji ber ku baran hebû û erd şil bû şiqitî û ji pîstê derket.
Hat ragihandin ku xebatkar û rêwiyên teyareyê bi sax û silametî derbasî termînalê kirin lê belê rêwiyek hinekî birîndar bû.
Hat ragihandin ku teyareyê zirar dît ji bo ku careke din derxin ser pîstê xebat didomin.