Elif Orhan
23 Gulan 2019•Rojanekirin: 24 Gulan 2019
Hat ragihandin ku ji bendavên di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) vejena ceyranê ya 28 milyar dolarî hat bidestxistin.
Veberhênanên di çarçoveya GAPê da ya ku tê da dê 22 bendav û 19 HES û şebekeyên avdaniyê hebin bi lez dewam dikin.
Di projeyê da di veberhênanên vejenê da nêzî ji sedî 75 pêkhatina fizîkî hat temînkirin û ji bendavên Ataturk a ku wekî "Efendiya Bendavan" tê binavkiriin û bendavên Karakaya, Keban, Bîrecîk, Batman, Dîcle û Kralkiziyê vejene hîdroelektrîk tê hilberîn.
GAPa ku qismekî girîng a hilberîna vejena hîdroelektrîk a Tirkiyeyê tê hilberîn tenê di vî warî da jî piştgiriyeke mezin dide aboriya Tirkiyeyê.
Serokê Îdareya Pêşketina Herêma GAPê Sadrettîn Karahocagîl daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di çarçoveya projeyê da piraniya veberhênanên vejenê hatin temamkirin, ji bo qismên mane jî bi lez dixebitin.
Karahocagîl qal kir ku di bendava Ilisuyê ya ku yek ji bendavên girîng ên projeyê ye xebatên înşeatê xilas bûn û êdî wir av kom dibe û da zanîn ku li Bendava Sîlvanê jî pêkhatina fizîkî ji sedî 60 çêbû û piştî temambûna bendavê dê bikarin 2 milyon û 300 hezar donim eraziyê av bidin.
Karahocagîl got ku "Bi temambûna Bendava Ilisuyê li herêmê rêjeya temambûna projeyên vejenê dê ji sedî 90î derbas bibe û herêma GAPê dê di vejenê da piştgiriya xwe ya rasteqîn bide aboriya welêt. Li GAPê niha di destê me da Bendava Cîzirê ya tê plankirin ku bê çêkirin heye. Bi temambûna Bendava Cizîrê û Bendava Sîlvanê dê em ê hemû projeyên xwe yên vejenê temam bikin."
- "Di du salên dawîn da 100 milyar kîlovatsaet vejen hat hilberîn"
Karahocagîl got ku GAP piştgiriyeke mezin dide hilberîna vejena hîdroelektrîk a welêt.
Karahocagîl destnîşan kir digel ku li gelek cihên Tirkiyeyê HES hatin avakirin jî GAP di vê warê da lîder e û ev gotin:
"GAP tenê serê xwe ji sedî 40î zêdetir hilberîna hîdroelektrîk a Tirkiyeyê dike. Bi temambûna bendavên Ilisu, Cizîr, Sîlvanê em li bendê ne ku ev rêje zêde bibe heta ji sedî 50yî derbas bibe. Hilberîna vejena ji bendavên di çarçoveya GAPê da ji dawiya sala 2018an pê va 450 milyar kîlovatsaetî derbas bûye. Berdêla vê jî kêmzêde 28 milyar dolar e. Bi şiliya du salên dawîn hem sewiyeya avên di bendavên me da zêde bû hem jî hilberîna vejena hîdroelektrîk çêbû. Di nav salek du salên dawîn da li herêmê hilberîna vejenê ji 350 milyar kîlovatsaetê derket 450 milyar kîlovatsaetê. Ango di nav du salan da 100 milyar kîlovatsaet vejen hat hilberîn. Di serî da Bendava Ataturkê di bendavên me de nêzî kapasiyeta wan hilberîn tê kirin. Bi vî awayî wekî di gelek waran da di warê vejenê da jî piştgiriya GAPê bi zêdebûn ji bo aboriya welêt dewam dike."