Haydar Şahin
23 Gulan 2019•Rojanekirin: 23 Gulan 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 70,33 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh di nav rojê da hetanî 72,04 dolarî hat firotin û di dawiya rojê da bi 70,99 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brent ji saet 09.07an pê va li gor duh êvarê ji sedî 0.93 kêm bû û dakete 70,33 dolarî.
Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 60,90 dolarî hat firotin.
Amerîkayê daneyên heftane yên stoqa petrola xwe eşkere kiribû, ji ber ku stoq zehf zêde bibû û hilberîn jî di asta rekorê dabû jî bihayê petrolê daket.
Li gor daneyên ku Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê eşkere kir, stoka petrola welêt a hefteya borî 4,7 milyon warêl zêde bû û derkete 476,8 milyon warêlî. Hêviya piyaseyê ew bû ku stoka petrolê kêmzêde 600 hezar warêl kêm bibe.