Muhammed Nuri Erdoğan
24 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku mehaneya esxerî ya nû bi zêdebûna ji sedî 30î va bû net 22 hezar û 104 lire û got ku bila ji bo welat û gel bi xêr be.
Erdogan di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da got ku "Di sala 2025an da mehaneya esxerî bi zêdebûna ji sedî 30î va dê wek net 22 hezar û 104 TL bê tetbîqkirin. Bila ji bo welat û gelê me bi xêr be."