Ahmet Aydın
21 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2019
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo qurbaniyên teqîna li Vardakê peyama sersaxiyê ji Serokomarê Efxanistanê Eşref Xenî re şand û êrîşa terorî şermezar kir.
Li gorî çavkaniyên Serokomariyê, Erdogan ji bo qurbaniyên teqîna li Vardakê peyama sersaxiyê ji Serokomarê Efxanistanê Eşref Xenî re şand
Erdogan di mesajê de wiha got:
"Cenabê Serokomar, birayê minî ezîz, min bi xemgînî bihîst ku li bajarê Meydana navenda wîlayeta Vardakê 21ê çileya 2019an êrîşeke terorî çêbûye û hejmarek gelek endamên asayişê canê xwe ji dest dane û birîndar bûne. Ez vê êrîşa menfûr şermezar dikim. Ez careke din dubare dikim ku Tirkiye di têkoşîna dijî terorê de li cem Efxanistana dost û biraye ye. Li ser navê milletê xwe û şexsê xwe dibêjim; rehma Xwedê li birayên me yên canê xwe ji dest dan be. Ji bo birîndaran jî şîfaya bi lez dixwazim. Serê gelê Efxan sax be."