Deniz Çiçek Palabıyık
24 Tebax 2023•Rojanekirin: 25 Tebax 2023
ANKARA (AA) - Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek piştî biryara Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê ya der barê faîzê da wiha got, "Em biryardar in. Ji bo me îstiqrara bihayan beriya her tiştî ye."
Mehmet Şimşek piştî ku Lijneya Polîtîkaya Pere ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê rêjeya faîza îhaleya repoyê ya bi qewlê hefteyekê (faîza polîtîkayê) 750 baz pûan zêde kir û derxist ji sedî 25an, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek di peyama xwe da wiha got, "Em biryardar in. Ji bo me îstiqrara bihayan beriya her tiştî ye."