Ahmet Kaplan
25 Tebax 2023•Rojanekirin: 01 Îlon 2023
Zebeşê Diyarbekirê yê tescîla nîşaneya erdnîgariyê hildaye û salên berê ji ber mezinî û giraniya xwe bi hêştiran dibirin dibe ku îsal ji ber hewaya germ zêde gir û giran nebin.
Zebeşên Diyarbekirê li zeviyên gewr û qûmî yên ku Çemê Dîcleyê di nav ra derbas dibe da tên ajotin. Ji bo ku baş bi ser xwe da bên jî zîrça kevokan wek gubre li ser zeviya gewr û qûmî tê reşandin.
Zebeşên Diyarbekirê hersal di "Mihrîcana Çand û Zebeşan" da ku meha îlonê tê li dar xistin derdixin ser dikê. Di çarçoveya mihrîcanê da pêşbazî tê kirin û zebeşê herî mezin tê diyarkirin.
Lê îsal ferqa germa zêde ya di navbera şev û rojê da li ser zebeşên Diyarbekirê tesîreke neyînî kir.
Li Taxa Erîmliya ser Sûra navçeya navendî kesên ku zebeş ajotine hewl didin zebeşên xwe ji germê biparêzin.
- "Em serê sibehê zû avdanê dikin"
Mixtarê Taxa Erîmliyê Alî Kayayê ku di heman demê da zebeş jî ajotiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li taxa wan qasî 15 kesan zebeş ajotine û di salên borî da zebeşê 50 kîlo diavêt hildianîn lê ji ber av û hewa û nexweşiyê giraniya zebeşan jî kêm bû.
Kaya di berdewamiya axaftina xwe da got: "Salên borî ji 30 kîlogramî zêdetir nêzî 60 zebeş digihîştin lê îsal ji ber germa zêde û nexweşiyan 15-20 belkî derbikevin. Zebeşê me ji germê hez dike lê îsal ji ber germa zêde em giya diavêjin ser zebeşan ku bila zirar nebînin. Em serê sibehê zû zebeşan av didin. Ji ber germa zêde em nahêlin ku kes here nav zeviyan."