Cotkarên Batmanî dest bi çinîna ceh û genim kirin.
Li dû sala ku bi pir şilî û baranê derbas bû cotkarên ji gundê Kuyubaşiya li ser navendê ji peyamnerê AAyê re daxuyandin ku ew îsal li bendê ne ku ji serê donimê di navbera 400 û 650 kîloyî de ber hildin.
Çotkar Veysî Çetîn di daxuyaniya xwe de got ji ber ku îsal baran pir bû dê bera îsal zêde be.
Çetîn destnîşan kir ku di ceh de wan par ji serê donimê 300-350 kîlo ber wergirt û ji bo îsal jî ew li bendê ne ku ji donimê 400 kîlo û jê zêdetir ber bigrin.