Türkan Tosun
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Li Edeneya ku yek ji cihê herî girîng ê çandiniyê yê Tirkiyeyê ye berhevkirina kartolan dest pê kir.
Cotkarên li ser axa Çukurovayê ya bibereket cotkariyê dikin ji ber berhevkirina kartolên ewil ên salê kêfxweş in.

Kartolên li ser qadeke 60 hezar dekarî hatibûn danîn û bi kedeke mezin hatibûn gihandin niha bi destê cotkaran tên berhevkirin.
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê yê Edeneyê Muhammet Alî Tekîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Tirkiyeyê heyama ewil a berhevkirina kartolan dest pê kir.

Tekîn got ji ber baranê hin cihan pirsgirêkên biçûk çêbûne jî ew ji ber berhevkirina kartolên heyama ewil kêfxweş in.
- "Di 15ê Gulanê da berhevkirina me wê temam bibe"

Tekîn anî ziman ev kartolên hatine berhevkirin wê bên firotan û wiha axivî: "Kartolên teze wê li bazarê bên firotan, ji ber vê biha wê kêm bibe. Him kesên dikirin û him jî yên difroşin wê bi bihayê kêm bikaribin kartolan bi dest bixin. Ji hêla xerîdaran va rewşeke baş wê çêbibe. Em wisa texmîn dikin di 15ê Gulanê da berhevkirina me wê temam bibe. Piştî me li Îzmirê û herêmên din jî berhevkirin wê dest pê bike. Bi vî awayî di meha gulanê da welatê me wê mecbûrî dervayî welêt nemîne."

Tekîn got li Tirkiyeyê ji sedî 6ê hîlberîna kartolan li Edeneyê tê bidestxistin û wiha pê da çû: "Li bajarê me li ser qadeke 60 hezar dekarî kartol hatine danîn. Di navbera par û îsal da zêde ferq tune. Li gor texmîna me qasî 250 hezar ton hîlberîn wê çêbibe."
- "Berhevkirina me ji bo welêt bila li ser xêrê be"
Cotkar Muzaffer Turgut jî got ji ber baranê berhevkirina kartolan hinek dereng maye û wiha axivî: "Berhevkirina me ji bo welêt bila li ser xêrê be. Li Edeneyê heyama kartolan nû dest pê kir. Di demeke kin da kartol wê dîsa wek bihayê xwe yê berê bê firotan."