29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
ADANA
Safwan Qahwati ku ji Sûriyeyê ye û hat tespîtkirin ji kadroya rêveberiya rêxistina terorê DEAŞê ye û ji welatên Ewropayê bona rêxistinê milîtanan bîter dike, li Edeneyê dema ku digel jina xwe seyahat dikir, hat qefaltin.
Di encama xebata hevpar a Midûriyeta Ewlekariya Edeneyê û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî da hat tespîtkirin Qahwati ji bo ku ji Ewropayê bona rêxistinê milîtanan bîter bike digel jina xwe ji Sûriyeyê di 15ê adarê da ji ser Hatayê hat Tirkiyeyê.
Qahwati ku tê texmînkirin plana wî ew bû ku ji ser Stenbolê derbasî welatên Ewropayê be. Ekîbên polêsan li ser rêya Tarsûs-Edene-Gazîentabê li tanga navçeya Sariçamê otobusa ku Qahwati û jina wî tê da bûn, rawestandin û herdu binçav kirin.
Qahwatiyê ku birin Midûriyeta Ewlekariyê ji aliyê ekîbên pispor va jêpirsîna wî hat kirin, herwiha jina wî jî dersînor kirin.
Di daneyên dijîtal ên ku ji ser Qahwati derketin da wêneyên ku li mekanên cuda bi çek û pereyan ra hatine kişandin hatin dîtin. Di wêneyeke din da jî Qahwati, rûyê wî bi maske ye û kêr daye ber qirika kesekî.
Hat destnîşankirin gustîla ku di wêneyan da di tiliya Qahwati da ye, ji aliyê rêveberên rêxistinê va wekî mohr tê emilandin.
Qahwatiyê ku piştî miemeleyên li ewlekariyê sewqî dadgehê kirin, hat kirin.