Aydın Arik,Ömer Yasin Ergin
08 Îlon 2023•Rojanekirin: 11 Îlon 2023
Li Egila navçeya Diyarbekirê behîv hatin berhevkirin.
Waliyê Diyarbekirê Ali Îhsan Su beşdarî berhevkirina wan behîvan bû ku di çarçoveya projeya bi hevkariya Wezareta Çandinî û Daristanê, Projeya Rojhilatê Anadoluyê, Walîtiya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin hatibû cîbicîkirin da dar ji bo cotkar û baxvanan hatibûn dayîn.
Her wisa Walî Su di bernameya li Taxa Dereyê ya navçeya Egilê da behîv berhev kirin.
Su di bernameyê da diyar kir ku Diyarbekir di warê çandiniyê da xwedî potansiyeleke mezin e.
Su destnîşan kir ku par li Egilê ji 5 hezar dekar erdî qedera 556 tonî hilberîna behîvan hat kirin.