15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 17 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Li Bîsmila navçeya Diyarbekirê ji xeta boriya BOTAŞê 15 ton pêtrol hat dizîn.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên cendirmeyan ji bo ku ji xeta BOTAŞê dizî neyê kirin dewriyeyê digerin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li herêma ku xeta boriya BOTAŞê lê ye ya li tanga rêya Bismîl-Batmanê wesayîteke şikbar hat tesbîtkirin. Şikbarên li cem wesayîtê bi ekîbên cendirmeyan hisyan û wesayîta ku 15 ton pêtrol bar kiribûn li wê derê hîştin û revîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di kontrolan da hat tesbîtkirin ku ji derva va kelepçe avêtine xeta boriya BOTAŞê û jê 15 ton pêtrola xam kişandine. Li ser midaxeleya ekîbên dewriyeyê dizan pêtrol û tankêr li wê derê hîştin û revîn. Ji bo derdestkirina şikbarên ku revîn û nasnameya wan hat tesbîtkirin xebat dewam dikin."