2016 ж. 15 сәуір•Rojanekirin: 2016 ж. 20 сәуір
ANKARA
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha rêbendanê da li gor heman heyama sala par 0,2 pûan daket û bû ji sedî 11,1.
Di vê heyamê da hejmara bêkaran 31 hezar zêde bû û gihîşt 3 milyon û 290 hezarî.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên xebatê yên rêbendana 2016an eşkere kir.
Li gor vê jî hejmara bêkarên 15 salî û ji 15 salî mezintir meha rêbendanê da li gor heman heyama sala par 31 hezar zêde bû û gihîşt 3 milyon û 290 hezarî.
Li gor daneyan rêjeya bêkariyê 0,2 pûan daket û bû ji sedî 11,1.
Rêjeya bêkariyê di meha rêbendanê da li gor meha berê 0,3 pûan zêde bû. Mehek berê rêjeya bêkariyê 10,8 bû.
Di heman demê da bêkariyê derveyî çandiniyê 0,4 pûan daket û wek ji sedî 13 hat texmînkirin. Rêjeya ciwanên di navbera 15-24 temenî da ji 0,8 pûan daket û bû ji sedî 19,2. Ev rêje di navbera temenê 15-64an da 0,3 pûan daket û bû ji sedî 11,3.