ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal "Fuara Bazirganî û Kar ya Navnetewî ya Erbîlê ya 9emîn" bi beşdariya 550 şirketan vebû.
Berdevkê Hikûmeta HKIFê Sefîn Dîzayî, Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyê Mehmet Akîf Înam, Serkonsolosê Hewlêrê yê Îranê Hûseyîn Ûzeymî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û gelek karsaz beşdarî vebûna fuarê bûn.
Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî di vekirinê de axivî û diyar kir ku hilbijartin nîşan dide ku herêma me ji hêla demokrasiyê ve pêş ketiye û wiha got:
"Lidarxistina vê fuarê ya li herêma me dide xuyan ku aboriya me çiqasî pêşve çûye. Îstiqrara siyasî û ewlehiyê dibe wesîle ku sermiyanên biyanî werin herêmê. 550 şirket beşdarî vê fuarê bûn û ev jî xuya dike ku em di sektora aboriyê de çiqas bihêz in. Ev jî teqez divê wekî destkeftinên gelê Kurdistanê bên qebûlkirin."
Piştî axaftinan Sefîn Dîzayî, Memet Akîf Înam, Hûseyîn Ûzeymî û Newzad Hadî fuarê geriyan û şirketên ku stant vekirine ziyaret kirin.
Fuar dê di navbera 23ê û 26ê îlonê de vekirî be.