Hat zanîn ku Parlamentera Serbixwe ya Vanê Aysel Tugluk û heyeta li gel wê ji bo ku bi trimbêlan derbasî aliyê Sûriyê bibin, hatin Erbîlê û niha ji rêvebirên PDKê bi Kemal Kerkûkî re hevdîtinê dikin.
Nûnerê Erbîlê yê BDPê Cemal Çoşkun daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got heyet bi Kerkûkî re hevdîtinê dike û hevdîtin ji çapemeniyê re girtî ye. Coşkun wiha dewam kir: "Parlamentera Serbixwe ya Vanê Aysel Tugluk û heyeta li gel wê niha li bendê ku destûra derbasbûnê bidin wan. Niha ji rêvebirên PDKê bi Kemal Kerkûkî re hevdîtinê dikin. Her tişt piştî hevdîtinê dê diyar bibe. Niha wisa xuya dike ku destûr dê bê dayîn."
Coşkun da zanîn ku heyet dê li Rojavayê lêkolînan bike û dê lê binêrin ka halê zarok û jinan çawa ye û got: "Heyet dixwaze 4-5 rojan li wir bimîne û paşê jî der heqê Rojava de raporekê amade bike."
Coşkun diyar kir ku heyetê ji bo teqînên roja şemiyê jî serxweşî da rêvebirên Herêma Kurdistana Iraqa Federal.
Aysel Tugluk ji bo serdana xwe ya Rojavayê wiha gotibû: "Em ê ji Erbîlê derbasî Rojavayê bibin, bi hevserokên PYDê, saziyên civakî yên sivîl û saziyên jinan re hevdîtinan bikin. Em ê paşê jî raporekê amade bikin û tiştên ku me dîtin bi raya giştî re par ve bikin."