Di çarçoveya Projeya Zêdekirina Ziraetê ya Midûriyeta Bajêr a Xurek, Çandinî û Heywandariyê 37 jinan şitlê çîlekan çand.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ergun Çolakoglu li gundên ku çîlek tên ajotin lêkolîn kir. Çolakoglu destnîşan kir ku di çarçoveya Projeya Zêdekirina Ziraetê da xebatên çandiniyê dikin û got 37 jin çîlekan diajon.
Çolakoglu wiha xeberda: "Sala par me şitlê çîlekan da 22 jinî. Îsal jî 37 cotkarên jin li qadeke 13,5 dekar bexçeyê çîlekan ajotin. Bi vî awayî em dixwazin çandina çîlekan zêde bibe."
Çolakoglu diyar kir ku em dixwazin li Mûşê çandina çîlek zêde bibe.