ANKARA
Rekortmenên bacê yên Tirkiyeyê diyar bûn û Şarik Tara bi 37 milyon û 582 hezar û 415 lîre û 87 qûrişî ve di rêza ewil de cih girt bû yekemîn.
Serokatiya Îdareya Dahatê ya Wezareta Darayiyê li gor encamên beyana Baca Dahatê daneyên heyama bac standinê ya sala 2014an eşkere kir û 100 mukelefî diyar kir.
Li gor daneyan di sala 2014an de Şarik Tara 37 milyon û 582 hezar û 415 lîre û 87 qûriş bac da, di rêza ewil de bi cih bû û bû rekortmenê ewil.
Di heman heyamê de Mustafa Rahmî Koç jî 29 milyon û 753 hezar û 89 lîre û 99 qûriş bac da û di rêza duyemîn de bi cih bû. Piştî Koç, Semahat Sevîm Arsel bi 26 milyon û 36 hezar û 378 lîre û 07 qûriş bac dayînê ve bû sêyemîn.