Elif Orhan
2019 ж. 18 сәуір•Rojanekirin: 2019 ж. 22 сәуір
Laleyên serjêr ên ku li cihên bilind ên herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di biharê da derdikevin û di nav gel da wekî "guldexwîn (şilêr)" tên binavkirin bi projeya ku li Rihayê tê birêvabirin tê çandin.
Midûrê Navenda Enstîtuya Lêkolîna Çandî ya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAPTAEM) Îbrahîm Halîl Çetîner daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi projeya "Parastina Nebatên Kulîlkên Bipîvaz ên Siruştî" di serî da guldexwînên (şilêr) ku li herêmê hindik mane hewl didin ku nebatên bipîvaz biçînin.
Çetîner diyar kir ku bi saya projeyê di serî da guldexwîn dê nehêlin ku koka gelek nebatan biqelin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
Laleyên serjêr ên ku li cihên bilind ên herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di biharê da derdikevin û di nav gel da wekî "guldexwîn (şilêr)" tên binavkirin bi projeya ku li Rihayê tê birêvabirin tê çandin. ( Yasin Dikme - Anadolu Agency )
"Me wek GAPTAEM guldexwînên ku yek ji wan nebatan e ku di xwezayê da derdikeve çandin. Me lale berhev kirin, ew hildan bin parastinê. Em niha jî wana zêde dikin. Di salên pêşiya me da jî ji bo ku bên çandin em ê li cotkaran belav bikin. Ez wisa bawer dikim ku dê guldexwîn ji bo cotkaran bibe deriyê debarê. Em wisa bawer dikin ku ev nebat dê di cihên biçûk da bêtir dahatê bîne."
- "Me berbelav kirin"
Berpirsyarê projeyê Endezyarê Zireatê Ufuk Rastgeldî jî got ku di çarçoveya projeyê da ji nebatên bipîvaz ên ku di floraya siruştî da ber bi xetereya qelanê ra rû bi rû ne ji bo zêdekirina cureyên ku wekî guldexwîn û laleya Adiyemanê tên zanîn xebat dan destpêkirin.
Rastgeldî qal kir ku li cihekî bi qasî 4 donimî xebatê dikin û got ku cureyên nebatên bipîvaz ên ku guldexwîn û laleya Adiyemanê jî tê da ne bi gelek xetereyan ra rû bi rû ne.
Rastgeldî da zanîn ku heke nebat neyên parastin dê biqelin û wiha axivî:
Li Rihayê "guldexwîn" tên çandin
"Li welatê me ji hezarî zêdetir nebatên bipîvaz hene. Ji van yên ku herî zêde tên zanîn jî guldexwîn û laleya Adiyemanê ye. Ev cure jî herî zêde li cihên bilind ên Riha, Diyarbekir, Adiyeman, Hekarî û Mûşê derdikevin. Dema ku ji dervayî welêt ji bo van cureyan daxwaz çêbûye hatine jêkirin û texrîb bûne. Ji ber ku nayê çandin bi xetereya qelanê ra rû bi rû ne. Em ji bo ku beriya vê bigirin me ev nebat çandin."