Komek rojnamevan û nivîskarên sûriyeyî yên ku li Rihayê dijîn, ji bo ku bibin dengê penaberan rojnameyeke bi zimanê erebî derdixin.
Kom 5 meh ewil li hev civiya û biryar da ku rojnameyeke erebî ya ku tê de mijarên çand, siyaset û edebiyatê hene biweşîne. Li ser vê biryarê dest pê kirin û bi navê "Al-Harmal" rojnameyeke 15 rojan carekê tê weşandin derxistin.
"Al-Harmal" di dinyaya ereban de navê bixurekî ye û dema tê şewitandin wisa tê bawerkirin ku tiştên nebaş ji mirovan dûr dixe. Rojnamevanan ev nav hilbijartin û hêvî dikin ku hemû xirabî û nebaşiyên li Sûriyeyê ji welêt dûr bikevin û li Sûriye aramî pêk bê.
Di rojnameyê de 11 kes dixebitin. Ji van hinek nûçegihan, hinek edîtor û hinek jî nivîskar in. Di nav wan de kesên ku li welatên xwe xebîtîne jî hene.
Rêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Al-Harmanê Bessam Blîbl ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Walîtiya Rihayê û hin rojnamevan piştgiriyê didin wan û wiha axivî: "Armanca me ew e ku em fikr û daxwazên penaberên sûrî rasterast biweşînin. Slogana rojnameya me 'Her Tim Azadî' ye. Em li vir azad in. Em hewl didin ku geşedanên li dinyayê û Sûriyeyê bi awayekî rast bigihînin welatiyên xwe."
- "Em ê di pêşerojê de bi kurdî, tirkî û ermenîkî jî weşanê bikin"
Blîbl got ku ew rojnameyeke ku ji 16 rûpelan pêk tê derdixin û ev hejmara wan a 3yemîn e û wiha dewam kir: "Hin rojnamevanên tirk jî qunciknivîsariyê dikin. Em kêfxweş dibin, lewra em bira ne. Em spasiya her kesî ku piştgiriyê didin me dikin. Em ê di pêşerojê de bi kurdî, tirkî û ermenîkî jî weşanê bikin."
Ji nivîskarê rojnameyê Îbrahîm Alalwash jî got ku wî li welatê xwe endezyarî qedandiye û wiha axivî: "Min di hin rojnameyên herêmî de çîrok û roman nivîsandibû. Piştî salan niha ez li vir jî nivîskariyê dikim û ji ber vê gelek kêfxweş im."