21 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
ANKARA
Bihayê warêlê nefta brentê îro ji ser 56,10 dolarî tê firotan.
Warêlê nefta brentê duhê ji ser 55,29 dolarî ra dest bi rojê kir û herwiha di nava rojê da herî zêde heya 56,45 dolarî hevraz bû. Nefta brentê îro jî bi 56,17 dolarî dest bi rojê kir. Bihayê warêlê nefta brentê ji saet 09.33an pê va ji sedî 0,12 kêm bû û berjêrî 56,10 dolarî bû. Di heman xulekan da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî ji ser 50,61 dolarî ra hat firotan.
Li gorî rapora Rêveberiya Zanyariya Vejenê ya DYAyê (EIA) li vî welatî stoqên nefta xam a bazirganiyê hefteya borî 4,6 milyon warêl (ji sedî 1) zêde bû û derket 472,8 milyon warêlî. Bi vî hawî di van sê hefteyên dawîn da stoqên nefta xam a bazirganiyê ya DYAyê ser hev zêde bû.
Di piyaseya neftê da referanduma ku biryar e di 25ê Îlonê da li Herêma Kurdistana Iraqê bê lidarxistin, biryara Dadgeha Iraqa Federal a rawestandina vê referanduma navborî û herwiha geşedanên siyasî û leşkerî yên dû van mijaran tên şopandin.