05 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
WASHINGTON
Wezareta Karên Derve ya DYAyê da zanîn ji bo ku rawestandina pevçûnên li Sûriyeyê Helebê jî di xwe de bihewîne bi Rûsyayê re verastkirinên hewcedar gihaştin encamê, verastkirin bi saeta Şamê saet 00.01î de ket meriyetê.
Wezareta Karên Derve yê DYAyê daxuyaniyek da û agahiya "Di çarçoveya hewldanên acîl ên ku me ji bo ku li Sûriyeyê şîdet bê kêmkirin rawestandina pevçûnan li tevahiya welêt bê kirin, DYA û Rûsya ji bo ku ev hewl dan ji bo bajarê Helebê, navenda bajêr a Helebê û herêmên hawirdor bê berfirehkirin verastkirinên hewcedar duh derengî şevê gihaşt encamê."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Piştî ku ev yek îşev saet 00.01î pê ve ket meriyetê her çiqas li hin deran pevçûn berdewam bikin jî me dît ku li van herêma giştî şîdet kêm bûye."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, bo ku rewşa rawestandina pevçûnan a ku "hatiye nûkirin" berdewam bike û bi Rûsyayê re der heqê hewldanên şopandinê yên berfirehkirî de di nav kordînasyonê de ne û bangî hemû aliyan kirin ku di bin şert û mercên peymana rawestandina pevçûnan a ku di meha sibatê de hatiye îmzekirin "rawestandina nûkirî" jî tetbîq bikin.
Wezareta Karên Derve yê DYAyê her wiha ji Rûsyayê xwest ku wek hevserokê Koma Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî bila di mijara van hewldanan de tehdeyê li rejima Esed bike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî êrîşên asîmanî yên ku rejimê bir ser Gutaya Rojhilat îro li Gutaya Rojhilat seranserê 48 saetan pevçûn hat rawestandin û ev yek hat teyîtkirin û ji ber vê yekê jî kêfxweş in.
Wezareta Karên Derve ya DYAyê destnîşan kir armanca wan ew e ku li Sûriyeyê şûna agirbestên herêmî peymanekî rawestandina pevçûnan a ji bo tevahiya welêt derbasdar e bê çêkirin.