Abdullah Tel
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
ANKARA
Li Emrîkayê beriya eşkerekirina daneyên stoqa petrolê bihayê bermîla petrola brent dora 51 dolarî tê firotin.
Do bermîla petrola brent bi 52,02 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 52,16 dolarî. Îro destê sibê jî bermîla petrola brent bi 51,93 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.30î pê va neguherî.
Di heman demê da li Teksasa Rojava (WTI) bermîla petrola xam bi 46,39 dolarî hat firotin.