Haydar Şahin
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
MOSKOVA
Di çaryeka 2an a îsal da kara net a Gazproma saziya vejenê ya Rûsyayê li gor heman heyama par ji sedî 80 kêm bû û dakete 48 milyar rubleyî.
Di daxuyaniya Gazpromê da hat diyarkirin ku di çaryeka 2an a îsal da li gor heman heyama par dahata saziyê ji sedî 4,5 zêde bû û gihîşte trîlyonek û 400 milyar rubleyî.
Di heman heyamê da kara net a saziyê jî ji sedî 80 kêm bû, dakete 48 milyar rubleyî (kêmzêde 817 milyon dolar).
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber guherîna kûrên dowîz di çaryeka 2an a îsal da dahata saziyên 140 milyar ruble kêm bû, di heman heyamê da deynê saziyê jî li gor par ji sedî 19 zêde bû gihîşte 2,9 trîlyon rubleyî.
Hedefa Gazpromê ew e ku îsal hilberîna xaza siruştî li gor par ji sedî 2,7 zêde bike û bigihîne 430,4 metrekupî.