28 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ÎSTANBUL
Zêrên nayên bikaranîn di sandiq, qul û bexşan de tên veşartin wisa tê texmînkirin ku bi nêzî 5 hezar tonî ne û di sala dawîn de qiymeta wan bi qasî 140 milyar lireyî zêde bû û gihîşt 582 milyar û 250 milyon lireyî.
Li gor hesabên ku nûçegihanê AAyê kir nêzî 5 hezar ton zêrên Rafîneriya Zêran a Stenbolê (RZS) ya ku nayên bikaranîn û wek sermaye tên veşartin ji ber bihabûna zêr di sala dawîn de gelek biha bûn.
Li gor daneyên Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) ew 5 hezar ton zêrên ku di kanûna 2014an de grama wê 88,92 lire bû wê çaxê 444 milyar û 600 milyon lire dikir.
Lê roja înê grama zêr bi 116,45 lireyî dihat firotin û dema meriv li gor vî bihayê nû hesab dike 5 hezar ton zêr dike 582 milyar û 250 milyon lireyî.
Di van daneyan de jî xuya dike ew zêrên veşartî yên ku tirk jî jê re dibêjin "zêrên di binê balîfê de" di sala dawîn de 137 milyar û 650 milyon lire bi xwediyên xwe dan qezenckirin.