29 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ÎSTANBUL
Di înşaata Balafirgeha Sêyem a Stenbolê da ji 15 neteweyan nêzî 13 hezar personelan dixebite.
Anadolu Agencyê ji hewa va dîmena rewşa dawîn a balafirgehê kişand. Heke balafirgeh kuta bibe, wê bibe balafirgeha herî mezin a dinyayê. Di înşaata balafirgehê da ji 15 neteweyan 12 hezar û 600 kes dixebite.
Dibêjin ku hejmara personelan wê heta 30 hezarî derkeve
Heke hemû çaviyên balafirgehê kuta bibe, 10 milyar û 247 milyon ewro lê tê xerckirin. Li kampusa balafirgehê 165 pire, 6 pîst, 12 rêya texsiyan heye. Salê 150 milyon rêwî dikare ji vir here û were. Di heman demê 500 balafir û 70 hezar wesaît dikarin li kampusa balafirgehê bin.
Balafirgeh li ser 76,5 milyon mêtrekareyî çêdibe
Li sehaya balafirgehê ji bo daran jî hesasiyet heye. Dar û fîdanên ku ji bo cihguhastinê musaît in, wan dibin baxçeyên dibistanên Arnavutkoy û Eyupê û cihên daristanê yên cuda.
Darên ji bo cîguhastinê ne musaît in jî wan jê dikin û wê şûna wan 5 heban daynin. Rêvebir dibêjin ku heta proje xelas bibe, hedefa wan heye ku 10 milyon darî daynin. Ev hejmar 5 qatî darên ku tên jêkirin e. Darên ku tên jêkirin jî yek û yek tên qeydkirin.
Ji bo meriv bikaribe biçe balafirgehê, gelek rê wê werin vekirin. Dibe ku îhaleya xeta metroyê ya Gayrettepe- balafirgeha nû di demeke kurt de were kirin.
Rêya nû ya D-20ê, Pira Yavuz Sultan Selîm û Projeya Otoyola Bakurê Marmarayê wê bi balafirgehê va bikin.
Ji aliyekî din va merivê bikaribe bi trena lezgîn jî biçe balafirgehê.