İbrahim Atmaca
17 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
ANKARA
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha hezîranê da li gor heman meha par neguherî û bû ji sedî 10,2. Di vê heyamê da hejmara bêkaran 64 hezar kes zêde bû û derket 3 milyon û 315 hezar kesan.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li ser meha hezîranê îstatîstîkên kar eşkere kir.
Li gor vê li giştiyê Tirkiyeyê hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jortir in, di meha hezîranê da li gor heman meha par 64 hezar kes zêde bû û derket 3 milyon û 315 hezar kesan. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê neguherî û bû ji sedî 10,2.
Di hezîranê da li gor meha gulanê rêjeya bêkariyê 0,5 pûan zêde bû.
Di meha hezîranê da rêjeya bêkariyê ya ku çandinî tê da tuneye 0,1 pûan kêm bû û wek ji sedî 12,1 hat texmînkirin.
Di meha navborî da rêjeya bêkariya ciwanên navbera 15-24 salî 1,2 pûan kêm bû û bû ji sedî 19,4an. Rêjeya bêkariyê ya salên 15-64an neguherî û bû ji sedî 10,4.