Haydar Şahin
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 23 Hezîran 2017
PARÎS
Starbucksa ku gelek mixazeyên wê yên qehweyê hene biryar da ku li Ewropayê penaberan bide xebitandin.
Di daxuyaniya Starbucksê da hat diyarkirin ku ew ê hetanî 2022yan li dikanên xwe yên Ewropayê 2 hezar û 500 penaberî îsdixdam bikin.
Hat destnîşankirin ku şirketê eva biryara di meha rêbendanê da eşkere kiriye, ev parçeyekî bernameya xwedîkarkirina penaberan e û di vê çarçoveyê da ew ê li tevahiyê dinyayê 10 hezar penaberî îsdixdam bikin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku çaxa penaberan ji bo îsdixdamê hilbijêrin ew ê bi saziyên ku penaberan li Ewropayê bi cî dikin ra bixebitin.
Li Îngiltere, Fransa, Awistirya, Swîsre, Îspanya, Potekîz, Almanya û Holanda welatên Ewropayê dikanên Starbucksê hene.
Li welatên ku lê bêkarî hene bertekê nîşanî bernameya îsdixdamkirina penaberan ya Starbucksê didin.