Önder Beyter
10 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
ANKARA
Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka duyemîn a salê da ji sedî 5,2 mezin bû.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên hasileya nava welat a ne safî ya çaryeka duyemîn a sala îsal (nîsan-hezîran) ragihandin.
Li gorî vê, hasileya nava welat a ne safî di çaryeka duyemîn a sala îsal da li gorî heman serdema sala çûyî da ji sedî 5,2 zêde bû.
Navîniya pêşbîniya der heqê mezinbûna di çaryeka duyemîn a salê da ya aborînasên ku beşdarî Anketa Pêşbîniya Mezinbûnê ya AA Fînansê bûbûn, wekî ji sedî 5,2 derketibû.
Mezinbûna aboriya Tirkiyeyê ji sala 2010an vir va li gorî sal û çaryekan wiha ye:
| Sal | | Çaryeka Yekemîn | Çaryeka Duyemîn | Çaryeka Sêyemîn | Çaryeka Çaremîn | Salane |
| 2010 | | 7,0 | 8,1 | 8,7 | 9,7 | 8,5 |
| 2011 | | 11,7 | 11,5 | 11,6 | 9,9 | 11,1 |
| 2012 | | 6,8 | 5,0 | 3,6 | 4,2 | 4,8 |
| 2013 | | 8,5 | 9,8 | 8,9 | 6,9 | 8,5 |
| 2014 | | 8,7 | 2,9 | 3,7 | 5,9 | 5,2 |
| 2015 | | 3,6 | 7,2 | 5,8 | 7,5 | 6,1 |
| 2016 | | 4,8 | 4,9 | -0,8 | 4,2 | 3,2 |
| 2017 | | 5,3 | 5,3 | 11,5 | 7,3 | 7,4
|
| 2018 | | 7,3 | 5,2 | | | |