ANKARA
Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM) daneyên îxracatê eşkere kir. Îxracata di meha tebaxê de li gor meha tebaxa sala par ji sedî 4,9 daket û bû 10 milyar û 482 milyon û 987 hezar dolar.
Îxracata 12 mehên dawîn jî li gor heman heyama sala par ji sedî 5,7 daket û bû 147 milyar û 947,1 milyon dolar.