Abdullah Tel
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
ANKARA
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha îlonê da li gor heman heyama par ji sedî 0,7 daket û bû ji sedî 10,6. Di vê heyamê da jimara bêkaran jî 104 hezar kes kêm bû û daket 3 milyon û 419 hezar kesî.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) îstatîstikên qeweta kar a meha îlonê eşkere kir.
Li gor vê li Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên emrê wan 15 û ji 15yî zêdetir e di meha îlonê da li gor heman heyama par 104 hezar kes kêm bû û daket 3 milyon û 419 hezar kesî. Di heman heyamê da rêjeya bêkariyê jî 0,7 puan daket û bû ji sedî 10,6. Li gor meha borî di rêjeya bêkariyê da jî tu guherîn çênebû.
Li gor daneyên SÎTê yên ku ji karîgeriyên demsalê yên meh û salên heyama 2010-2017an hatiye safîkirin rêjeya bêkariyê wiha ye:
Meh/Sal | 2010 | 2011 | 2012 | 2013 | 2014 | 2015 | 2016 | 2017 |
Rêbendan | 13,6 | 11,1 | 9,3 | 9,7 | 10,3 | 11,3 | 11,1 | 13 |
Sibat | 13,5 | 10,7 | 9,6 | 9,7 | 10,2 | 11,2 | 10,9 | 12,6 |
Adar | 12,8 | 10,1 | 9,1 | 9,4 | 9,7 | 10,6 | 10,1 | 11,7 |
Nîsan | 11,3 | 9,3 | 8,2 | 8,7 | 9 | 9,6 | 9,3 | 10,5 |
Gulan | 10,3 | 8,9 | 7,6 | 8,2 | 8,8 | 9,3 | 9,4 | 10,2 |
Hezîran | 9,9 | 8,7 | 7,3 | 8,1 | 9,1 | 9,6 | 10,2 | 10,2 |
Tîrmeh | 9,9 | 8,6 | 7,6 | 8,6 | 9,8 | 9,8 | 10,7 | 10,7 |
Tebax | 10,6 | 8,5 | 8 | 9 | 10,1 | 10,1 | 11,3 | 10,6 |
Îlon | 10,6 | 8,2 | 8,3 | 9,2 | 10,5 | 10,3 | 11,3 | 10,6 |
Cotmeh | 10,5 | 8,4 | 8,3 | 9,1 | 10,4 | 10,5 | 11,8 | |
Sermawez | 10,2 | 8,4 | 8,6 | 9,3 | 10,7 | 10,5 | 12,1 | |
Kanûn | 10,6 | 9 | 9,3 | 9,6 | 10,9 | 10,8 | 12,7 | |
Salane | 11,1 | 9,1 | 8,4 | 9 | 9,9 | 10,3 | 10,9 | |