Muhammet Kurşun
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
ANKARA
Li paytext Enqereyê ji do êvarî vir ve mij û moran bibandor dibe û li derve kes kesî nabîne.
Li gor agahiyên ji berpirsên Midûriya Emniyetê û Rêbejê hatin wergirtin, mij li temamê navendê û navçeyên derdorê tesîra xwe zêde kiriye.
Ji ber mijê li Eryaman, Balgat, 100. Yıl, Çukurambar, Çayyolu, Rêya Îstanbul ve Eskişehir û guzergaha Esenbogayê mesafeya dîtinê daket biniya 50 metreyî.
Li herêmên ku mijê bandora xwe zêde kir di trafîkê de astengî hatin meydanê û li hin cihan jî qeza çêbûn.
Berpirsan ji bo cemedên bidizî û şemitînan hişyarî dan şofêran.