Piştî aloziyê destûrê nadin ku penaber ji Yewnanistanê derbasî Makedonyayê bibin. Ji ber vê li bajarê Gevgeliyê yê li nêzî sînor rawestgehên trên û otobusan pir qelebalix in.
Penaberên ku dixwazin bi trên û otobusan bigehîjin bajarokê Tabanovsteya ser sînorê Sirbistan-Makedonyayê bibin, berê xwe dan rawestgehên trên û otobusan ên li Gevgeliyê. Bi hezaran penaberên ku li gara trênê û derûdora wê ne dixwazin ku ewil derbasî Sirbistanê bibin û dû re biçin welatên Yekîtiya Ewropayê.
Hat ragihandin ji bo ku penaberên tî, birçî û westiyayî bibin Tabanovsteya ser sînorê Sirbistan-Makedonyayê 6 trên hatin terxankirin. Di bin kontrola polêsên Makedonyayê de penaberan wekî komên piçûk li trênan siwar dikin û dibin Tabanovsteyê.
Di vê navberê de hat zanîn hin taksîvanên ji bajarên cuda cuda yên Makedonyayê hatin Gevgeliyê. Taksîvan ji bo ku penaberan ji Gevgeliyê bibin Tabanovsteyê 100 euro rayîş danîn.
Piştî aloziya duhê îro li ser sînor rewş aram xuyan dike. Polês destûrê dide ku penaber wekî komên piçûk ji sînor derbas bibin.
Berpirsên saziyên sivîl ên civakî yên li herêmê daxuyandin ku heta niha ji Yewnanistanê biqasî 4 hezar penaber derbasî Makedonyayê bûn û ew li bendê ne ku di nava rojê de ev reqam zêde bibe.
Polêsê Makedon duhê mudaxaleyê penaberên ku xwestin ji bajarokê Gevgeliyê derbasî Makedonyayê bibin, kiribû û di aloziyê de jî bombeyên deng emilandibû. Dû re hikûmetê ji li herêmên sînor ên bakûr û başûr "krîz" îlan kiribû.