ÎSTANBUL - ABDULSELAM DURDAK/BURHAN SANSARLIOGU
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Ewropayê (Eurostat) ku muxabîrên AAyê bi dest xistine, di nav welatên lokomotîf de Almanya di 5 mehên ewil de 4 milyar ewro deyndar maye. Ev reqam di nav Dahata Navwelêt ya Nesafî de ji sedî 2 ye. Welatên din qasê Almanyayê bi siûd nînin. Îngilîstan bi 120 milyar ewro deynê xwe ve serî dikêşe. Îngilîstanê bi rêzê Îspanya, Fransa teqîb dike. Piştî Fransayî jî Îtalî, Yewnanistan û Portekîz tên.
Dema ku em li deynên nesaf yên welatan binêrin, em dibînin ku bi 2 miyar û 166 milyon ewroyî Almanya herî zêde deyndar e. Di (DNN)ya welêt te ev ji sedî 81,9 e. Di nav welatan de deynê ku di nav DNNyê de herî zêde dixuyê deynê Yewnanistanê ye. Ew jî ji sedî 156 e, piştre Îtalî ji sedî 127 û Portekîz jî ji sedî 123 ye.
Yên ku bêkar in herî zêde li Yewnanistan û Îspanyayê ne
Yewnanistan û Îspanya li Ewropayê welatên ku herî zêde xwediyê mirovên betal in. Di meha kanûna paşîn ya 2013an de li Yewnanistanê rêjeya betaliyê ji sedî 26,4 e. Di meha nîsanê de jî ji sedî 26,9 e. Li Îspanyayê jî di heman serdeman de rêje ji sedî 26,4an di meha gulanê de derkete ji sedî 26,9an.