Haydar Şahin
07 Gulan 2020•Rojanekirin: 07 Gulan 2020
Warêla petrola brent duh derket 31,02 dolarî û dû ra bi 28,86 dolarî roj temam kir. Warêla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.25an pê va li gor duh ji sedî 0,09 kêm bû û daket 28,60 dolarî.
Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 25,44 dolarî hat firotin.
Ji aboriya Çînê daneyên erênî tên, Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) a ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike û welatên dervayî OPECê yên ku serkêşiya wan Rûsya dike biryara kêmkirina petrolê dabûn li ser vê li piyaseya kurewî bihayê petrolê hinekî hat ser hemdê xwe.
Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA) diyar kir ku stoqa petrola xam a ticarî ya li welêt 4,6 milyon warêl (ji sedî 0,9) zêde bû. Hêviya piyaseyê ew bû ku stoq 7,7 milyon warêl zêde bibe.