Haydar Şahin
26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
ANKARA
Warêla pêtrola brent piştî ku li DYAyê stoqa pêtrolê ya heftane daket bi 50,70 dolarî tê firotin.
Do warêla pertola brent bi 48,61 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 50,89 dolarî. Îro destê sibê jî bermîla petrola brent bi 50,59 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 10.22yan pê va ji sedî 0,17 zêde bû û derkete 50,70 dolarî.
Di heman demê da li Teksasa Rojava warêla petrola xam bi 48,49 dolarî hat firotin.
Li gor daneyên ku Enstîtuya Pêtrolê ya Amerîkayê do eşkere kir stoqa pêtrolê li gor hefteya borî 10,23 milyon warêl kêm bû. Hêviya piyaseyê ew bû ku stoq 2,5 milyon warêl kêm bibe.