Haydar Şahin
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ANKARA
Erebistana Siûdî di daxuyaniya xwe da got dibe ku kêmderxistina pêtrolê ji bo 9 mehan bê dirêjkirin li ser vê îro warêla pêtrola brent derkete 60,45 dolarî.
Do warêla pêtrola brent bi 60,71 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 60,98 dolarî. Îro destê sibê jî warêla pêtrola brent bi 60,49 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.46an pê va ji sedî 0,06 kêm bû û dakete 60,45 dolarî.
Di heman demê da li Teksasa Rojava warêla pêtrola xam bi 54,03 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin ji ber ku Erebistana Siûdî hefteya borî diyar kir ku dibe ku ew ê kêmderxistina pêtrolê ji adara 2018an pê va ji bo 9 mehan dirêj bikin bihayê pêtrolê zêde dibe.
Ji ber vê jî bihayê warêla pêtrolê derkete ser 60 dolarî. Ji tîrmeha 2015an vir da bihayê warêla pêtrolê gihîşte asta herî zêde.