İbrahim Atmaca
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
ANKARA
Bihayê warîla nefta Brentê di destpêka hefteyê da piştî geşedanên Erebistaba Siûdiyê bi 62,38 dolarî tê firotin.
Nefta Brentê roja înê bi 60,85 dolarî dest bi rojê kiribû û herî zêde bi 62,20 dolarî hatibû firotin. Îro serê sibê bi 62,12 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.52yan pê va ji sedî 0,28 zêde bû û bû 62,30 dolarî. Di heman deqîqeyan da warîla nefta xam a Rojavayê Teksasê jî bi 55,82 dolarî hat firotin.
Pispor sedema zêdebûna bihayê neftê wek geşedanên ku li Erebistana Siûdiyê qewimîn û bi îdiaya gendeliyê hin wezîr û şehzade hatin binçavkirin û êrişa fuzeya balîstîk a li dijî Riyadê û li Emrîkayê ketina hejmara qûleyên sondaja neftê dibînin.