Türkan Tosun
12 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
ANKARA
Warêla nefta Brentê di piyaseyên navneteweyî da bi 65,45 dolaran tê firotin.
Roja înê warêla petrola brentê bi 63,90 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 65,60 dolarî. Îro serê sibê bi 65,54 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.20an pê va ji sedî 0,70 kêm bû û 65,45 dolarî tê firotin. Di heman demê da warêlê nefta xam a cureya Teksasa Rojava (WTI) jî bi 62,00 dolarî hat firotin.
Li gor daneyên şirketa Baker Hughesê ya xizmetê ya qada neftê di navbera 3-9ê adarê de li Amerîkayê xizmeta 4 qûleyên sondajê yên neftê hatin rawestandin, hefteya borî hejmara qûleyên neftê kêm bû û bû 796.