KAYSERÎ
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz wiha got: "Pêvajoya çareseriyê êdî bûye malê gelê me. Kî tevgerên provokatîf dike bila bike, înşallah em ê bi hev re encama vê pêvajoyê bibînin."
Wezîr Yildiz li Qeyseriyê di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir û got ku kedeke mezin a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vê pêvajoyê de heye.
Yildiz got ku Serokomar Erdogan ev pêvajo daye destpêkirin û wiha axivî: "Niha dibêjin gelo em dikarin di navbera Serokwezîr û Serokomar de cudahiyekî pêk bînin? Gelo ji nav vê cudahiyê de yek jî dikare bibe pêvajoya çareseriyê? Dibe ku kesayetî, qabiliyet, xûy û hemû tiştên me ji ber xaliqandina me cuda be. Lê em ji bo ku welêt pêş ve here dixebitin. Em hewl didin ku ereb, kurd, laz, çerkez û avşar di navbera me de yekîtiyek pêk bê, lê yên ku dijî vê dixebitin jî hene."
Wezîr Yildiz daxuyand ku ew dijî tundiyê ne û wiha dewam kir:
"Yên ku hewl didin li TBMMyê tundiyê biçikînin, wê ji vir şûn de ne li Hekariyê, ne li Wanê, ne li Edenê, û ne jî li Edîrneyê tundiyê bîbînin. Di nav HDPyê de ji bo ku dev ji çekan bê berdan yên ku bi nêteke baş dixebitin hene. Lê yên ku bi armanceke din dixebitin jî hene. Em ê heta dawiyê bixebitin ku bila xwîn neherike. Heke çek bên berdan pêvajoya demokratîkbûnê û sîstema serokatiyê wê leztir pêş ve here. Pêvajoya çareseriyê êdî bûye malê gelê me. Kî tevgerên provokatîf dike bila bike, înşallah em ê bi hev re encama vê pêvajoyê bibînin. Înşallah em ê emanetên dayikên xwe yên rojhilatî, rojavayî, bakurî û başûrî bi hev re biparêzin."
Yildiz got ku ji bo ku pêvajoya çareseriyê serkeftî bibe gelek ked divê bê dayîn û wiha dewam kir: "Çalakiyeke provokatîf dibe sedem ku pêvajo xirab bibe. Lê em ê destûrê nedin vê. Li Îrlandayê pêvajoyê 21 salan, li Endonezyayê 5 salan, li Nepalê 4 salan dewam kir. Dev ji têkoşîna biçek berdanê tê wê meneyê ku ronahiyek heye. Ev pêvajo di her keliya xwe de dibe ku bê xirabkirin. Înşallah em ê hemû bi hev re destûrê nedin vê."