Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz: "Dibe ku ji ber sedemên siyasî em neketibin Yekîtiya Ewropayê (YE), lê di mijara vejenê da Tirkiye yek ji 3 dewletên girîng e ku herî zêde alîkariyê didin 28 dewletên YEyê."
Yildiz li Enqereyê beşdarî Konferansa Mişawirên Ticaretê ya 3yemîn bû. Yildiz got ku hêz û kapasîteya Tirkiyeyê heye ku ji xeynî Rûsyayê bi Çîn û YEyê ra hevkariyê bike û wiha dewam kir: "Dikarin bi hemû dewletan ra projeyê çêbikin. Heger bi dewletekê ra projeyê çêkin, ev nayê wê meneyê ku dev ji dewletên din berdidin. Dibe ku ji ber sedemên siyasî em neketibin Yekîtiya Ewropayê (YE), lê di mijara vejenê da Tirkiye yek ji 3 dewletên girîng e ku herî zêde alîkariyê didin 28 dewletên YEyê."
Yildiz diyar kir ku têkiliyên vejenê yên bi Iraqê ra mijara nîqaşê ne û wiha got: "Meseleyên sunî-şiî û tirkmenên Bakurê Iraqê bira dinya li serê nîqaş bike, lê her warêla nefta ku tê firotin ji bo normalîzebûna Iraqê girîng e û Tirkiyeyê ev rewş ferq kiriye. 4 sal berê li dinyayê der heqê Îranê da fikrên neyînî hebûn, lê sala par Serokê Dewleta Îsraîlê got, 'Ez çima bi serokê dînî yê Îranê ra neyêm bal hev?' Bi vê gotinê ev fikir ji holê rabûn. Heger em tiştên baş bikin, em ê bi hêz bibin. Niha di warê ceyran û xaza sirûştî da em bi hemû cînarên xwe ra di nav têkiliyê da ne. Her çiqas di warê rejimê da em û Sûriyeyê cuda bin jî, bi Yewnanistanê ra yên dixwazin neyartiya berê cardin çêbe jî danûsitandina me ya ceyran û xaza sirûştî heye. Vejen ji bo aştiyê sedemek e. Têkiliyên me yên bi Çîn, Japonya û Fransayê ra jî girîng in. Ev ne tenê ji bo danûsitandinê, ji bo dizaynkirina siyaseta navneteweyî jî girîng in."