Di encama tehlîlên ku li Zanîngeha Stenbolê hatin kirin, derket holê ku ava behra Wanê ji nexweşiyên kronîk ên kezebê û astimê re baş e.
Piştî ku çiyayê Nemrûdê agir pijiqand, berê çala tektonîk a li herêmê girt û bi vî awayî behra Wanê çêbû. Behra Wanê ya ku bi xweşikahiya peravên xwe kesên ku dibîne heyran dihêle, êdî dê bi ava xwe ya bisoda jî bibe derman.
Lêkolîneran ji ava behrê hin nimûne girtin û di encama tehlîlên ku li Zanîngeha Stenbolê hatin kirin de derket holê ku ava behra Wanê ji gelek nexweşînan re baş e.
Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Bîlal Acar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gelê herêmê dizane ku ava behrê ji gelek nexweşînan re baş e.
Acar got ku Zanîngeha Yuzuncu Yilê, Zanîngeha Stenbolê û Midûriya Tenduristiyê bi hev re xebateke hevpar kirin û di çarçoveya xebatê de nimûneyên ava behrê ji Zanîngeha Stenbolê re şandin. Li Zanîngeha Stenbolê tehlîl hatin kirin û encamên tehlîlan hatin ber destê me. Acar got ku ava bisoda ji nexweşînên çermî re jî baş tê.
Acar da zanîn ku ava behra Wanê ji bo vê yekê gelekî bi qîmet e û divê bê nirxandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ava behrê ji nexweşînên wek sedefê re baş e. Dîsa hat tespîtkirin dema ku tîrêjên rojê bi 45 qoziyê li behrê dikeve, heke mirov bikeve behrê ji nexweşînên wek astim, KOAHê re baş e. Divê em vê avê di dermankirinê de bi kar bînin. Xebatên hevalên me yên bijîşk ên di vê mijarê de berdewam dikin. "Înşellah em dê li ser reçeteyan tenê dermanan nenivîsînin, em ê ava behra Wanê jî binivîsin."
Acar got ku Wan yek ji wan herêman e ku li cîhanê herî zêde tîrêjên rojê lê dide. Dema ev tîrêj li behrê didin bi awayekî fîzyolojîk ji bo tenduristiyê baş e. Acar got heke baş bê bikaranîn dê gelek kes bên Wanê.