Mehmet Niyazi Deniz
20 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2023
Di çarçoveya xebata bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê va tê kirin da bircên li ser Keleha Diyarbekirê ya bi 1 û 2 nimreyî yên li Daxqapiyê ne hatin restorekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di daxuyaniya weşand da bi bîr xist ku Sûrên Diyarbekirê di Lîsteya Mîrateya Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da ne û xebatên restorasyonê yên ji bo sûr û bircên li serê dewam dike.
Bircên bi nimreya 1 û 2 yê yên li Meydana Daxqapî mêze dikin û ji turîstên xwemalî û biyanî xalî nabin hatin restorekirin.
Der û dora herdu bircan hat paqijkirin, deverên derizîbûn hatin temîrkirin giya û bermayiyên li dora bircan hatin paqijkirin.
- Mescida Merwaniyan jî hat temîrkirin
Mescida Merwaniyan jî ku hinek kêmasiyên wê hebûn hatin temîrkirin û banê wê hat restorekirin û deverên derizî jî hatin tijîkirin.