Melik Fırat Yücel
20 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2023
Li salonên sînemayê vê hefteyê sisê jê xwemalî, 8 fîlm dikevin vîzyonê.
Di fîlma "Babîl" da Margot Robbie, Brad Pitt, Diego Calva, Tobey Maguire, Jean Smart, Olivia Wilde, Samara Weaving û Katherine Waterston dileyîzin û Damien Chazelle derhêneriya wê fike.
Fîlm li ser Los Angelesa salên 1920î disekine û qala Hollywooda wê dewrê dike.
- "49"
Di vê fîlmê da Îsmail Hacioglu, Hande Dogandemir, Sînan Tuzcu, Dogukan Polat, Hasan Kuçukçetîn û Kerem Alişik dileyîzin. Di 11ê Hezîrana 2014an da piştî ku DEAŞê Mûsil dagir kir, 49 personel di Serkonsolxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê da dîl hatin girtin. Ji bo xelaskirina van personelan mensûbên MÎTê têkoşîn dan. Fîlm qala vê çîrokê dike.
Bariş Erdogan û Îlker Arslan senaryoya fîlmê nivîsî û Hakan Înan jî derhêneriya wê kir. Cureya fîlmê aksiyon e.
- "Korsaj"
Vicky Krieps, Colin Morgan û Finnegan Oldfield di fîlmê da dileyîzin, Marie Kreutzerê jî derhêneriya wê kir.
Fîlma qala çîroka jiyana Împaratorîçeya Awusturyayê Elisabethê dike ku xwe di binê zextê da hîs dike.
- "Damacanaya Pîroz 4 (Kutsal Damacana 4)"
Şafak Sezer, Ersîn Korkut, Mujde Uzman, Nîlgun Belgun û Erhan Yazicioglu di fîlmê da dileyîzin. Fîkretê ku bi şaşî dibe papaz, heta Vatîkanê diçe û paşê vedigere welêt.
Kamîl Çetîn derhêneriya fîlmê kiriye û Ercan Saatçî û Îlker Yeter jî muzîkên wê çêkirine.
- "Di Motelê da Komkujî"
Murat Kuşçu derhêneriya fîlmê dike û tê da Feyza Aydin Kiliç, Aleyna Kiliç û Bulent Mert dileyîzin. Malbatek di fîlmê da seba keça xwe ya ku zanîngeh qezenc kiriye, tê Çorumê û qala tiştên ku di motelê da tên serê wan dike.
- Anîmasyonên Hefteyê
"Qabiliyeta Super 3: Pêşbaziya Mezin" çêkirina Amerîka-Çînê ye û Anthony Bell derhêneriya wê kiriye. "Pişîka Muhteşem Maurice" çêkirina Almanya-Qraltiya Yekbûyî ye. "Periya Min a Şêrîn a Diranan" jî ya Caroline Origer e.