Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê Mesnewiya berhema Mewlana Celaleddînê Rûmî cara ewil wergerand kurdî û çap kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Konyayê Tahîr Akyurek der heqê mijarê da daxuyanî da û got ku Mesnewî bi tevî kurdî bi 24 zimanan hat çapkirin.
Akyurek diyar kir ji bo ku ev berhem zêdetir bê xwendin, ew ê wergerînin zimanên din û wiha dewam kir:
"Mesnewî bi sedan salan e ku li hemû dinyayê di nav berhemên herî bi qedr û qîmet de ye. Heta niha bi ji bilî orîjînala wê ya bi farisî ve bi 23 zimanan hatiye çapkirin. Cara ewil bi kurdî werger û transkirîpsiyona wê hat kirin û ev reqem derket 24an. Heta niha bi zimanên ku li dinyayê herî zêde tên axaftin wergera wê hat kirin, em vê gavê jî werdigerînin zimanên ku li cografyaya me tê axaftin.
Di vê çarçoveyê de wergera wê ya kurdî bi destê alimê herêma kurdên Îranê Mela Ahmedê Şerefxanî hat kirin. Hizretî Mewlana bi sedsalan berê çirayek li Konyayê vêxist û ev çira îro li çar aliyê dinê qelban ronî dike. Em ê Mesnewiyê wergerînin zimanên din ku zêdetir were xwendin."
- Mesnewiya bikurdî
Di wergera Mesnewiyê ya bi kurdiya kurmancî de "uslûba helbestkî" hatiye mihavzekirin. Yusuf Othman û Usame Kafî transkrîpsiyona wê kir, redaksiyon û serastkirina wê jî bi destê Osman Tunç hat kirin. Mesnewiya bikurdî ji 6 bergan pêk tê û di qutiyên luks û bi awayê xemilandî hatiye çapkirin.