07 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
VAN
Muhîttîn Denizê li Wanê dijî 47 sal e sol û pêlavan temîr dike û pê debara xwe dike.
Deniz li Wanê li ser kolana Îskeleyê sindoqa xwe datîne û sol û pêlavan temîr dike.
Muhîttîn Deniz digel şert û mercên dijwar ên zivistanê karê xwe didomîne û bi saya vî karî 8 zarokên xwe dide xwendin.
Deniz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Berê xelkê sol û pêlavên xwe yên qetiyayî dida temîrkirin û çêkirin, lê vê gavê diguherînin."
Muhîttîn Deniz diyar kir di sir û sermayê da jî vî karî dike û wiha got: "Min 8 zarok dan xwendin. 7 jê zewicîn û yek hê dixwîne. Şikir ji Xwedê ra hê jî dixebitim û debara xwe dikim. Carna li ber dezgehê xwe dicemidim, wê çaxê agir vêdixim û xwe germ dikim. Derfet û îmkanên min tunene dikanê vekim. Ez jî bihar û zivistan, sal donzdeh meh li vir dixebitim. Li pey rizq û debara zarokên xwe me."