Li Çattepeya gundê Sêrtê bendava Ilisuyê tê çêkirin û ji ber vê yekê jî bajarên dîrokî yê di bin avê de bimînin. Ji bo ku berhemên dîrokî di bin avê de nemînin kolanên arkeolojîk tên kirin.
Li gor agahiyan di kolaneke li Çattepeya gundê Sêrtê de bajarê Tel Fafana ku der heqê wê de dibêjin gelê wê bi şûran hatiye kuştin û benderek hat dîtin.
Di kordînatoriya Alk. Doç. Haluk Saglamtîmurê mamosteyê Beşa Arkeolojiya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê de ji sala 2009an vir de li Sêrt, Batman û Mêrdînê kolanên arkeolojîk tên kirin. Di van kolanan de bajarê Tel Fafan û benderek hat dîtin.
Erdnîgarnasên Îslamê dibêjin ku di sala 915an de gelê Tel Fafanê bi şûran hatiye kuştin û bajar jî hatiye şewitandin. Li gor Erdnîgarnasên Îslamê cihê ku ewilîn li ser çemê Dîcleyê bi keştiyan barkêşî lê hatiye kirin Tel Fafan e.
Mamosteyê Beşa Arkeolojiya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê Alk. Doç. Haluk Saglamtîmur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelê bajarê Tel Fafanê di sala 915-916an de bi şûran hatiye kuştin û bajar jî hatiye şewitandin û wiha got: "Di kolanan de xisara şewatê jî derkete holê."
Saglamtîmur diyar kir ku li gor çavkaniyên nivîskî, malê ku ji bo firotinê ji Erzen, Bidlîs û Ermeniyeyê dianînin Tel Fafanê bi keştiyan dibirin Mûsilê. Lê Tel Fafanê di sedsala 11emin de ev taybetiya xwe winda kir û bû wek gundekî û piçûk bû û wiha got:
"Di sedsala 11emîn de Merwaniyan hikûm hildan destê xwe û ji ber vê jî çeteyên rêbir li van der û doran zêde bûn û ev war ji bona karwanên bazirganiyê bû cihekî bixeter. Ji ber vê yekê jî bazirganan rêya Tel Fafanê terk kirin û Tell Fafan bû gundekî piçûk. Piştî piçûkbûna Tel Fafanê ji bo bazirganan Hesenkeyf bû cihekî girîng. Di sedsalên 12 û 13an de navê Tel Fafanê qet nayê bihîstin û ev jî rayê me dide ku Tel Fafan hatiye terikandin. Piştî dewra Selçuqiyan Çattepeyê girîngiya xwe winda kir û heta niha wekî gund maye."