Li Sêrtê di şantiyekî de 5 makîneyên kar hatin şewitandin.
Li gor agahiyan kesên rûyê wan nixumandî li ser rêya Sêrt û Kurtalanê 4 mîkserên betonê û kamyonekî şewitandin.
Di cihê bûyerê sê teqîn qewimîn, lê tu mirî û birîndar çênebûn. Tîmên agirkujiyê şewat temirandin.
Midûriyeta Ewlehiyê yê Bajêr li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Tîman pişt re kamerayên MOBESEyênihêrin ku ka bizanibin kê ev bûyer kiriye.
Hewl tê dayîn ku êrîşkar bên dîtin.